Cotmeh 04, 2025 19:15 Asia/Tehran
  • Bicihkirina çalakvanên Keştiya Sumûdê li yek ji zindanên herî navxirab ên Rejîma Siyonîst

Navenda Girtiyên Filistînî ragihand ku rejîma dagirker a siyonîst çalakvanên Karwanê Keştîyên Sumûdê li zindana çolê ya Neqebê, ku yek ji zindanên herî riswa û rezîl ên Rejîma Siyonîst e, hews kiriye.

Di 48 sietên borî de, artêşa dagirker 42 keştîyên girêdayî bi Karwanê Keştiyên Sumûdê di dema ku di avên navneteweyî de ber bi Xezzeyê ve diçûn, rawestandine û bi sedan çalakvanên navneteweyî li nav wan girtine.

Koma hiqûqê ya bi navê Edaletê jî ragihand ku polîs û hêzên siyonîst li bendera Eşdûdê, bi fermana Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst, bona heqaret û bêrêziya li çalakvanên Karwanê Sumûdê zêdetirî 5 sietan, destê 331 kes ji wan kelepçe kirine û ew li cîhekî xweyî kirine ku raya gişt wan bibîne.

Serepeyv