Abora Tirkiyê roj bi rojê piçûk dibe
Cotkar ji ber polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên heyî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şehmûs Kûlan ku 40 sal in çandiniyê dike, anî ziman ku genimê ku çandiye hema bibêje fiyetê wî û kayê yek e û got: "Halê cotkaran ne tu hal e."
Welatiyên ku bandor ji krîza aborî û pandemiyê girtine gotin: "Kar û bar tuneye. Em perîşan bûne. Ma em ê çawa debara xwe bikin?"
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Armanca girîng a dijminan ji girankirina boykota li ser Îranê alozkirina civakê û hilweşandina hikûmetê bi wateya rastîn bû; Lê bi yekîtiya dewlet û milet, ev yek serneket.
Ji ber pêldariya p hevraz berjêriya di qeyrana dowîzî (pereyê derveyî) de, perçeyên wesayîtan pir biha bûne. Esnafan, anîn ziman ku ji ber ku fiyetê perçeyên yêdek ji sedî 300 biha bûne êdî nikarin tu karî jî bikin.
Bihayê Dolarê, di saetên serê sibehê de rêjeya 7,40 Lîreyî derbas kir û derket lûtkeya dîrokî ya nû.
Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), Bankaya Dinyayê jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiyê hişyar kir.
Li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li cihê ku teqînê lê rû daye, bi sedan kurd dijîn. Gelek kes birîndar bûn û gelekan jî ziyanên madî dîtin. Li gel krîza aborî û rewşa jiyanî ya nebaş, gelo rewşa wan çawa ye?
Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, stratejiya deynê derve û hundir ê desthilatê nirxand û derbarê mijarê de ev tişt got: “Heke deyn ê Beşa Taybett be jî dema ku bê asta nikare bê dayînê dibe deynê civakê. Tişta niha dibe ev e. Em nikarin deyn bi deyn jî bidin razandin.”
Welatiyên ku Cejna Qûrbanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin diyar kirin ku ew hatine asta ku nikarin ji zarokên xwe re cilên cejnê bikirin û esnaf jî nikarin kirêyên xwe bidin.