Tebax 27, 2020 10:44 Asia/Tehran
  • Cotkarê Manîsayî: 'Halê cotkaran ne tu hal e'

Cotkar ji ber polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên heyî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şehmûs Kûlan ku 40 sal in çandiniyê dike, anî ziman ku genimê ku çandiye hema bibêje fiyetê wî û kayê yek e û got: "Halê cotkaran ne tu hal e."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezsopotamyayê (MA), Li Tirkiyê her diçe krîza aborî kûr dibe û çandinî û sewalvanî jî diqede. Şehmûs Kûlan ê ku li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê 40 sal in karê çandiniyê dike, anî ziman ku ji ber krîza aborî halê cotkaran ne tu hal e. 

Kûlan, bilêv kir ku genimê ku îsal çandiye hema bibêje fiyetê wî û kayê yek e û got, fiyetê gênim hezar û 600 lîre ye. Kûlan, anî ziman ku 3 ton genim çiniye û ev jî dike 4 hezar û 800 lîre û got, bi vî pereyî jî ji bo heywanên xwe ka kirriye. 

Kûlan got: "Min îsal 200 pakêt ka kirrî. Hema pakêtê 20 TL ye û ev jî dike 4 hezar TL. Hema bibêje fiyetê gênim û kayê yek e. Genimê ku ji feqîran bi hezar û 500-600 lîreyî tê kirrîn bi 2 hezar û 200 lîreyî tê firotin. Heger 4 ton genimê te hebe û ji ber ku ofîs dûr e û tu nikaribû bibî, tu radibî didî bazirganan. Bazirgan çi qasî bibêje tu jî bi ew qasî didî." 

600 HEZAR TL DEYNÊ MIN HEYE 

Kûlan, diyar kir ku ji ber ku ji cotkariyê qezenc nekiriye dest bi sewalvaniyê kiriye, lê belê di sewalvaniyê de jî tiştek bi dest wî neketiye. Kûlan, anî ziman ku 130 anûs kiriye got: "Diviyabû noginên min ji Ûrûgayê bihatana, lê belê qismek jê ji Brezîlya hatin. 40 noginên min şandin Mêrsînê û 90 jê jî şandin Kocaeliyê. Min di 130 noginî de 400 hezar Tl zirar kir. Ji ber wê zirarê min cardin berê xwe da firingiya. Piştî şeş salan min cardin dest bi çandina firingiyan kir. Niha 600 hezar TL deynê bankeyê li min e." 

KÎLOYA FIRINGIYAN 28 QURÎŞ 

Kûlan, diyar kir ku 70 donim firingî daniye û got, şitilên wan tenê bi 40 hezarî kiriye. Kûlan, bal kişand ser bihabûna fiyetên gubre û mazotê jî û got: "Îsal me peymana xwe li gor 50 qurîşî çêkiribû. Lê belê li gor peymanê hereket nakin. Bi 28 qurîşan dikirin." Kûlan, diyar kir ku heger kîloya firingiyan bi vî fiyetî bidin wê serê donimê hezar û 400-600 lîreyî bixisirin. 

TOBE! 

Kûlan got: "26 sal in firingiyan datînim. Sala bê tobe! Li Tûrgûtlûyê cotkar hemû êdî ji bo çandiniyê dibêjin tobe. Halê cotkaran ne tu hal e. Rewş pir xirab e."

Serepeyv