Tebax 22, 2020 02:56 Asia/Tehran
  •  Krîza aborî û rewşa esnafên Oto Sanayiyê

Ji ber pêldariya p hevraz berjêriya di qeyrana dowîzî (pereyê derveyî) de, perçeyên wesayîtan pir biha bûne. Esnafan, anîn ziman ku ji ber ku fiyetê perçeyên yêdek ji sedî 300 biha bûne êdî nikarin tu karî jî bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ji Wanê, Di sektora otomotîv de ji ber ku hemû perçe li gorî qeyrana dowîzî tên stendin û qeyrana dowîzî her roj zêde dibe, êdî ne esnaf dikarin bixebitin ne jî welatî dikarin wesayîtên xwe temîr bikin. Esnafên perçeyên esayîtan montaj dikin û difiroşin, diyar kirin ku di nava salekê de perçeyên yêdek ên otoyan ji sedî 300 biha bûne. Mahmût Polat ku 40 sal in li Wanê hundirê wesayîtan dixemilîne dike, anî ziman ku ji ber şert û mercên heyî karê wan nabe û nikarin nan bibin malê. Polat, bilêv kir ku berê metreya qumaş 15 TL bû, lê belê niha bûye 45-50 lîre û got: "Malzemeyê ku me stendiye ji Almanyayê tê û her ku dolar zêde dibe ew jî zêde dibe. Ev yek hem bandorê li me hem jî li kiroxan (bikir) dike.

Par me hundirê qamyonekê bi 700-800 TL'yî çê dikir dikir, lê îsal em bi hezar û 700 an jî hezar û 800'yî çê dikin. Ev yek bandorê li me hemûyan dike û em her roj bi zemeke nû şiyar dibin.

Jixwe zema hatiye ser elektrîk, gaza xwezayî û avê li ber çava ye. Her ku diçe gel xizantir dibe." 

‘GELEK JÊ BÊYÎ KU KEDÊ BIDIN ZENGÎN BÛN' 

Polat, anî ziman ku li Tirkiyê gelek mirov bêyî ku kedê bidin zengîn bûne û got: "Berê yên vî karê me dikirin wekî kesên zengîn dihatin hesibandin, lê êdî en wisa ye. Heger tu bacê bidî dewletê, nexwe divê xizmetê jî bike. Di demên dawî de gelek kes zengîn bûne. Piraniya vana bêy, ku kedê bidin zengîn bûne, lê belê yên bi şerefa xwe dixebitin jî her diçe feqîr dibin." 

'JI ŞEVEQÊ HEYA ÊVARÎ RÛDINÊM' 

Esnaf Selahattîn Songun, diyar kir ku 54 sal in karê oto-elektrîk û klîmayê dike û got, ji ber şewba Kovîd-19'ê û qeyrana dowîzî karê wan nabe. Songun got: "Li pîşesaziyê êdî kar ne wekî berê ye. Em çi bikirrin hemû li gor qeyrana dowîzî ye. Ev yek bandorê li her kesî dike. Wesayît xera dibe, lê belê ji ber ku perçe biha ne mirov temîr nakin. Berê sekn ji me re tunebû. Lê niha ji şeveqê heya êvarî rûdinêm. Ev çerxek e. Ji ber ku mêrikê pîşesaz nikare bixebite esnaf jî nikare bixebite. Di vê çerxê de yek ji me qezenc bike, em giş qezenc dikin. Pîşesazî, pêşektina bajarekî dide der. Bajarekî bê pîşesaziyî, bajarekî mirî ye. Loma heger her kes tiştê dikeve ser mila bike, wê bajar bi ser bikeve." 

 

 

 

Serepeyv