Tebax 18, 2020 19:25 Asia/Tehran
  • Tirkiye - Dolar ji 7,40 Lîreyî derbas kir û rekor şikand

Bihayê Dolarê, di saetên serê sibehê de rêjeya 7,40 Lîreyî derbas kir û derket lûtkeya dîrokî ya nû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Windabûna nirxê diravê Tirkiyê (Lîre), beriya roja Pênçşemê ku wê Banka Navendî biryara faîzê aşkera bike didome. Dolar li hemberî diravê Tirkiyê (Lîre) ji 7,40’î derbas bû û rekor şikand. Euro jî bi 8.80’yî lûtkeya xwe nû kir. Ji serî salê ve Lîre li hemberî dolarê Amerîkayê ji sedî 20 nirxa xwe winda kiriye.

 

 

 

Serepeyv