Dewlet Bagçelî: Ez hazir im ji bo hevdîtin u gotûbêja digel Ocalan herim Imralîyê
Serokê Partîya Tevgera Netewî (MHP) a Tirkîyê ragihand ku amade ye xwe ji bo hevdîtin u gotûbêja tev Ebdullah Ocalan rêberê hepsî yê PKK here grava Imralîyê.
Dewleta Bagçelî pêgirî kir ku Komsyona Hevgirtina meclisê qihîştîye qonaxa dawîn û idî ti hegerek ji bo sistîya di warê şandina desteyê bo Imralîyê tineye. Bagçelî herwiha got: Heke ti kes nexweza here, ew ê 3 kesên hevrêyê xwe bibe û ji gotûbêja rûbirû tev Ocalan natirse. Wî herwiha pêgirî ser pêwîstîya jiçekirin u hilweşandina PKK û domandina muzakireyên avaker li bakur u rojhilata Sûrîyê kir.Bi dû gotinên Dewlet Bagçelî derbara pêwîstîya şandina desteya parlimanê bo Imralîyê da, Wezîrê Dadê yê Tirkîyê jî ragihand ku biryardana têkildarî pêkhatina vê hevdîtinê, tam di destê Komsyona Hevgiritna Netewî, Biratî û Demokirasîyê da ye û divê her kes li benda biryara vê komsyonê bimîne.