Li Tirkiyê; Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
Welatiyên ku bandor ji krîza aborî û pandemiyê girtine gotin: "Kar û bar tuneye. Em perîşan bûne. Ma em ê çawa debara xwe bikin?"
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Mêrsînê welatiyan anîn ziman ku ji ber krîza aborî û şewba KOVÎD-19'ê nikarin debara xwe bikin.
Emrûllah Guneş (30) anî ziman ku beriya pandemiyê li Komleksa Halê rojane bi yewmiyeya xwe dixebitî, lê belê niha betal e. Guneş got: "Kar û bar tuneye. Em perîşan bûne. Ma em ê çawa debara xwe bikin. Em betal in û li malê ne. Niha kokoreçê difiroşim. Hema em rojê sê nanan bifiroşin jî şikir. Berê me rojê sed nan difirotin. Lê niha ji ber pandemiyê pereyê mirovan nemaye, loma kes pir nakire."
TEQAWID BÛYE, LÊ DIXEBITE
Şeref Dalkiliç (57) ê teqawidbûyî, anî ziman ku meaşê wî hezar û 900 lîre ye, lê belê ji ber ku têra wî nake ji mebûrî dixebite. Dalkiliç got: "Gava meaşê xwe digirim ji bo malê diçim bazarê, lê meaş diqede. Par bi sed lîreyî diçûm bazarê, lê îsal heman tiştî dikirim lê 200-250 Tl diçe. Tirkiye di nava salekê de ji nav çû. Dolar, eûro, zêr firiyane."
Esnaf Zulkuf Kaya (45) jî diyar kir ku ji ber pandemiyê karê wan ji dest diçe û ji bo debara xwe bike êvaran çopan (Bermahîk) berhev dike. Kaya, anî ziman ku rewşa metbaxa wan li gor çopên ku berhev dike dguhere û got: "Ji bo rizqê zarokê xwe çopê berhev dikim. Dibêjin rewşa aboriyê baş e. Her kes dibê rewş baş e. Ên zengîn zengîntir dikin. Lê rewşa feqîran xirabtir dibe. Ocaxa min a çayê heye. Berê rojê 120 lîre bi dest min diket. Niha 40-50 lîre bi dest min dikeve. Êvarî gava diçim malê zarokê min tiştina ji min dixwaze. Dibêjim kurê min, keça min nikarim bistînim. Em bi zorê diçin malê. Gava em diçin cem zarokên xwe serê me di ber me de ye. Serê sibehê jî bêyî ku wan bibînim ji malê derdikevim."
Ahmet Bûdak (55) ku dikana wî ya tiştên diyariyê heye, destnîşan kir ku 4 meh û nîv e dikana wî vala ye û got, ji ber şewbê û rewşa aborî mirov nikarin derkevin derve. Bûdak, diyar kir ku bi deynan debara xwe dike û got: "Êdî mirov nikarin tiştekî jî bikirin. Me bi kart û bankeyan ve girêdan. Em bi wan serê mehê tînin. Berê nêzî 100 kes dihatin dikanê, lê belê niha 20-30 kes tên. Ji vana jî du sê kes alvêrê (danûstandin) bikin kêfa me tê. Rewşa niha ji vîrûsê wêdetir têkildarî rewşa aborî ye. Mirov nikarin pêdiviyên xwe yên sereke bikirin."
Huseyîn Îzol (57) ku 30 sal in esnafê Bazara Masiyan e got: "Niha ji ber şewbê kes dernakeve derve. Em kîloya masiyê sardalye tevî hemû lêçûnan bi 10 TL'yan didin. Mirov tên dibêjin 2 kîlo bi 15 lîreyan nabe? Lê ez li cihên luks dinêrim ji mirovan xalî nabe. Li mekanên luks cihê vala tuneye. Lê belê ev der cihê mirovên feqîr e. Îsal ji ber nexweşînê krîzeke din jî heye. Mirov nikarin tiştekî bikirrin."
KAR JI SEDÎ 70 KÊM BÛYE
Masîvan Erkan Şîmşek jî anî ziman ku ne mimkun e ku mirov bi meaşekî 2 hezar û 300 TL'yî debara xwe bikin û got: "30 sal in esnaf im. Gava xaniyê mirovekî tunebe ne mimkun e ku bi vî pereyî debara xwe bike. Fatûreyên ceryan û avê pir zêde tên. Fatûreya min a ceryanê ya 8 meh berê 150 lîre dihat, lê niha 300 lîre tê. Berê rojên în û şemiyê rojên karê me bûn. Lê niha ne wisa ye. Niha pir hindik mişterî tên. Carinan jî em sîparîşan dibin malan. Ji roja ku şewb derketiye karê bazara masiyan ji sedî 70 kêm bûye. Niha li bazarê 21 dikan hene, lê tenê 6 jê vekirîne."