Ehmed Dawûdoglu: Erdoan û zawayê wî sedema bedbextiya gelê Tirkiyê ne
Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê serokkomarê vî welatî û wezîrê xizînedariyê sedema bedbextiya gelê Tirkiyê dan zanîn.
Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyê û serokê niha yê Partiya Pêerojê ya Tirkiyê tevî rexnekirina Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê û zavayê wî Berat Albayrak wezîrê Xizînedariya vî welatî got: Erdogan ji gel xwestiye ku li hember feqr û zehmetiyên heyî sebr û berxwedanê bikin. Bi xêra vexwendina wî em pê hesiyan ku divê kî li hember belayan sebrê bike, Ger divê gel li hember zehmetiyan sebrê bike, Musîbet kî ye? Ger bela û pirsgirêkên ku divê em li hember wan sebrê bikin feqr, bêkarî, zama aborî, gendelî û bê-edaletî ne, gelo kê ev pirsgirêkê pêk anîne? Hûn bi xwe hokara her cure bela û bedbextiyan li Tirkiyê ne.
Dawûdoglu di dewamê de xitabî Erdogan got: Musîbeta mezin hikûmeta we ye ku bûye wek kompaniyeke malbatî. Gel hûn bijartin ku hûn kar bikin ne ku şîretan li gel bikin. Welat tam îflas bûye lê hikûmet li vê barê tu tiştî nabêje. Em divê ji dewleta welatekî re ku bi qasî milyaran dolarî deynên xwe hene girîngiya dolarê şirove bikin. Gelo ji viya mezintir riswatiyek heye?