Alîkarê Nûnertiya Rûsiyê li NY tevî diyarkirina xweşbîniya xwe derbarê Peymana Navokî û Biryarnameya 2231ê, ji Amerîkayê xwerst ku kiryarên li dijî Peymana Navokî betal bike.
Berdevka Koşka Sipî bêyî bersivdana derbarê şêwaza Amerîkayê jibo betalkirina boykotan, îdiaya amadetiya Waşîngtonê jibo dîplomasiya watedar bi Îranê ra kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku siyaseta zexta herî pirr a dewleta berê ya Amerîkayê têk çû, destnîşan kir ku heke dewleta niha ya Amerîkayê bixwaze zexta herî pirr bişopîne, dê dîsan têk biçe.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Troîkaya Ewropî û Amerîka bila dewsa hevahengbûna tev dijminê sereke yê Peymana Navokî, berpirsiyarane tevbigerin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê destnîşan kir ku rayedarên amerîkî hîn vîn û biryara tekûz jibo cihanîna sozên xwe yên Peymana Navokî tunene.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îranê dê derbarê Peymana Navokî dubare gotûbêj neke.
Wezîrê karên derve yê Îranê di nameyekê xitabî Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ji kiryarên Amerîka û Ewropayê di Peymana Navokî da rexne kir.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Piştî rakirina boykotên Ameîrkayê, hema wisa ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî gotiye, Îran dê kiryarên xwe yên cebirandinê rawestîne.
Nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê amadetiya Rûsiyê jibo hevkariya digel aliyên Peymana Navokî jibo vejiyandina vê peymanê ragihand.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi kiryara sê welatên ewropî ya raberkirina Biryarnameya dijî Îranê bo Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, destnîşan kir ku bila sê welatên ewropî fam bikin ku ajans cihê lîstoka siyasî nîne.