Wezîrê karên derve yê Îranê ji kiryarên Amerîka û Ewropayê derheqê Peymana Navokî rexne kir
Adar 13, 2021 09:37 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di nameyekê xitabî Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ji kiryarên Amerîka û Ewropayê di Peymana Navokî da rexne kir.
Li gorî rapora YJC'yê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di nameyekê bo Cozêf Borêl Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê ji tevgeriyana aliyên amerîkî û ewropî derheqê Peymana Navokî rexne kir.
Zerîf di vê nameya çendrûpelî da tevî rexneya ji tevgeriyana Ewropa û Amerîkayê têkildarî mijara Peymana Navokî destnîşan kiriye ku heke aliyên din sozên xwe yên derheqê Peymana Navokî cih bînin, Îran jî dê sozên xwe cih bîne.