Meytê Dîplomatê Şehîd 'Hisên Emîr-Ebdullahiyan' nîvroja Pêncşemiyê, 23ê Gulana 2024an, li bajarê Rêyê hat oxirkirin û li Mezargeha Hezretê Ebdulezîmê Hesenî (S) li axê hat spartin.
Meytê dîplomatê şehîd Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê sibeha Pêncşemiyê 23ê Gulêanan 2024an bi beşdariya berpirs û rêveberên Wezareta Karên Derve û komeke xelkê li Meydana Meşqê ya Tehranê hat oxirkirin.
Meytê Şehîd Ayetullah "Seyid Îbrahîm Reîsî" Serokkomar û Şehîdên Xizmetê sibeha Çarşemiyê, 22ê Gulana 2024an, piştî nimêjkirina ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilabê ji Zanîngeha Tehranê heta Meydana Azadiyê hatin oxirkirin.
Rêûrisma rêzgirtina li Şehîd Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî yên şehîd li Mizgefta bajarê Şinoyê yê Parêzgeha Azerbaycana Rojava hat lidarxistin.
Desteya wezîran a Komara Îslamî ya Îranê di daxûyaniyekê des tevî piştrastkirina şehîdbûna Ayetullah Reyîsî û desteya bi wî re, pêgirî kir ku rêya xizmetguzariyê ya ku ayetullah Reyîsî pêgirî ser de kiriye, yê bi awayekî xurt bidome.
Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, Di serdana Rafael Grosî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê da mijarên girîng jê ra hatin ragihandin.
Wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Erebistana Siûdî îro bi rêya telefonê gotûbêj kirin.
Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê got "Yemenî destûr ji Îranê wernagirin; Amerîka û Îsraîl hegera sereke ya bêewlehîtiyê ne".
Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê teqez kir ku roja îro "Çand rikna sereke ya bazineya hizir û dîyaloga derheq aştiyê da ye."
Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî sê roj şêwirîna giştalî û têrûtijî digel rayedarên navneteweyî û hevdîtina digel hin hevpêşeyên xwe û axaftina li Komcivîna Cîhanî ya Penaberan li Jenevê berbanga Îniyê derbasî Balefirgeha Mêhr-Abadê ya Tehranê bû.