Tekeziya Îran û Çînê ser destwernedana hêzên biyanî li karûbarên navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352690-tekeziya_Îran_û_Çînê_ser_destwernedana_hêzên_biyanî_li_karûbarên_navçê
Wezîrên karên derve yên Îranê û Çînê tekez kirin ku rojavaya Asiyayê ya gelên vê navçê ye û nabe bibe qada destwerdanên wêrankir ên aktorên derveyî navçê ji bo pêşdebirina armancên wan ên jeopolêtîk.
(last modified 2024-12-28T11:44:40+00:00 )
Kanûn 28, 2024 15:07 Asia/Tehran
  • Tekeziya Îran û Çînê ser destwernedana hêzên biyanî li karûbarên navçê

Wezîrên karên derve yên Îranê û Çînê tekez kirin ku rojavaya Asiyayê ya gelên vê navçê ye û nabe bibe qada destwerdanên wêrankir ên aktorên derveyî navçê ji bo pêşdebirina armancên wan ên jeopolêtîk.

Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê karên derve yê Îranê û Wang Yî hevtayê wî yê Çînê li hevdîtinekê li Pikenê  ser îradeya rêberên her du welatan ji bo xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên stratejîk ên navbera her du welatan tekez kirin.  Wan her wiha rewşa herî dawî ya peywendiyên aborî, bazirganî, sermayeguzarî, enerjî, veguheztinê, riyên xurtkirina peywendiyên dualî û berfirekirina hevkariyê di çarçoveya bernameya hevkariya berfireh a her du welatan de nirxandin.

Wezîrên karên derve yên Îran û Çînê her wiha bal kişandin ser vê yekê ku Rojhilata Navîn ya gelên Rojhilata Navîn e û nabe bibe qada destwerdanên wêrankir ên aktorên derveyî navçê ji bo pêşdebirina armanc û daxwazên wan  yên jeopolêtîk. Wan her wiha dilnigeraniyên xwe derbarê alozî û bêewlehiya li Sûriyê dan diyar kirin û tekezî li ser pêwîstiya parastina yekrêziya neteweyî  û yekperçetiya axê li Sûriyê kirin.