Adar 31, 2021 10:14 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Bila Amerîka kiryarên binpêkerê Peymana Navokî betal bike

Alîkarê Nûnertiya Rûsiyê li NY tevî diyarkirina xweşbîniya xwe derbarê Peymana Navokî û Biryarnameya 2231ê, ji Amerîkayê xwerst ku kiryarên li dijî Peymana Navokî betal bike.

Dmîtrî Poliyanskî (Dmitriy Polyanskiy), Alîkarê Nûnertiya Rûsiyê li NY roja Sêşemiyê di civîna nûçeyî ya xwe ya mehane di bersiva pirsa IRNAyê ku biryara Rûssiyê li hemberî boykotên yekalî û neqanûnî yên Amerîkayê û binpêkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY çi ye, ev yek got.

Wî tevî teqeziya li ser vê yekê ku Amerîka bi sepandina darizandinên derve-welatî li ser welatên serbixxwe, li gorî qanûnên navneteweyî tevnagere, got: Amerîka dê bi zûtî tê bigihêje ku cîhan hatiye guhertin û cihek li cîhanê jibo amûreke wiha nemaye.

Poliyanskî tevî diyarkirina xweşbîniya xwe derbarê Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê û Peymana Navokî, got: Haya Moskoyê ji helwêstên aliyan heye û em ji bîr nakin ku çi kesî cara yekem dest pê kir û çi kesekî çi karek kir.

 

 

Serepeyv