Zerîf: Bila Troîkaya Ewropî derbarê Peymana Navokî berpirsiyarane tevbigere
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Troîkaya Ewropî û Amerîka bila dewsa hevahengbûna tev dijminê sereke yê Peymana Navokî, berpirsiyarane tevbigerin.
Li gorî rapora ISNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di twittekê da xitabî rayedarên sê welatên ewropî yanî Brîtanya, Fransa û Almanyayê nivîsî: Troîkaya Ewropî jibo razîkirina rejîmeke terorîst a xwediyê çekên atomî yên neqanûnî, tamiyan li Îranê dike ku berpirsiyarane tevbigere.
Zerîf her wiha got: Tenha hegera zindîmayîna Peymana Navokî tevgeriyana berpirsiyarane ya Îranê ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Yekîtiya Ewropayê, Troîkaya Ewropî û Amerîka divê dewsa hevahengbûna bi dijminê hejmara yek a Peymana Navokî, berpirsiyarane tevbigerin û sozdarê Biryarnameya 2231ê bin.