Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê cihê lîstokên siyasî nîne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi kiryara sê welatên ewropî ya raberkirina Biryarnameya dijî Îranê bo Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, destnîşan kir ku bila sê welatên ewropî fam bikin ku ajans cihê lîstoka siyasî nîne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima behrewergirtina ji projeyên neteweyî yên wezareta karên hundir tevî amajeya bi kiryara vê dawiyê ya sê welatên ewropî yên endamê Peymana Navokî di Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da got: Rayedarên Ajansê dizanin ku me hevkairyeke baş di vê heyamê da pêk aniye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vê yekê ku raporên Ajansê jî hevkariyên Îranê piştrast dikin, got: Welatên ewropî îdiaya dostiyê dikin, lê li dû planekê ne ku di Konseya Hakiman da pêşda bibin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku xebata ajansê teknîkî ye, got: Me lihevkirineke pirr baş dogel ajansê di heftetyên dawî da bi dest xist; Bihêlin bila ew lihevkirin berdewam be.