Endameka Komîsyona Ceryan û Enerjiyê li Parlimana Iraqê vegerandina deynên Îranê kiryareke erlênî zanî û got ku bi zûtî deyna paşdaketî ya Îranê dê ji bûceya nû were dayîn.
Serokkomarê Rûsyayê ku welatê wî bi Ukraynê ra şer dike got, Gerçî Ukrayn me êrîşker dizane, lê xêrê ji veguhestina gaza Rûsyayê dibîne
Rêveberê Şîrketa Neteweyî ya Pêtroşîmiya Îranê, ragihand ku Pêşeya Pêtroşîmiya Îranê bo berhemanîna 95 milyon ton berhemên curbicur ên vê beşê plan û bername darêştiye.
Wêstgeha palavtina gaza xwezayî ya Filyose li bajarê Zonguldagê yê Tirkiyê hat çalakkirin. Biryar e ew wêstgeh gaza xwezayî ya Deryaya Reş bo bajarên Tirkiyê veguhêze.
Li gorî rapora Kovara ‘Iraq Oil Report’ê, Bexdayê bi şîrketên ku ji ber hevkariya bi Herêma Kurdistanê re ketine nava lîsteya reş, dest bi danûstandinê kiriye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana projeya şilekîkirina gaza xwezayî ya Îranê li binkeya gazî ya ‘Parsa Başûr’ kir.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Alîkarê serokwezîrê vî welatî ragihand ku Iraqê kirrîna nift û gazê ji Îranê didomîne.
Kompaniya Gazpromê ya Rûsyê tûrbînên çêkirî ji aliyê zanyarên îranî va bi kar tîne.
Serokê Beşa Lêkolîn û Teknolojiyê ya Binkeya Gazê ya “Parsa Başûr” got: “Derfet ji bo zêdekirina rêjeya berhemanîna gazê li vê binkeyê heta sedî 30 bi rêya bikaranîna alavên Zanistbingeh hatiye heye.”
Alîkarê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê got: “Di 10 mehên destpêkê yên sala 1401ê da (ji 21ê Adara 2022an va heta 20ê Çileya 2023an) 81 bîrên nift û gazê bi bicihkirina alav û amûrên vê kompaniyê li hişkahî û deryayê hatine kolandin.”