Hezîran 11, 2023 16:35 Asia/Tehran
  • Komîsyona Ceryan û Enerjiyê li Parlimana Iraqê: Bi zûtî deynên Îranê ji bûceya nû dê bên dayîn

Endameka Komîsyona Ceryan û Enerjiyê li Parlimana Iraqê vegerandina deynên Îranê kiryareke erlênî zanî û got ku bi zûtî deyna paşdaketî ya Îranê dê ji bûceya nû were dayîn.

Adil Kerîm Wezrîê Ceryanê yê Iraqê pêştir di serê desteyeke wezaretxaneyî da serdana Îranê kir da ku derbarê mijara hinardekirina gazê bo hêzgehên iraqî û "Dayîna Deynan" bo beşa Ceryan û Niftê ya Îranê gotûbêj bike.

Suheyle El-Sultanî Endama Komîsyona Ceryan û Enerjiyê li Parlimana Iraqê roja Yekşemiyê tekez kir, Biryara vegerandina pereyên mayî yên deyna gazî ya deqwleta Iraqê bo Îranê baş e û dê ji bo çareserkirina qeyrana gazê li Iraqê bibandor be, ji ber ku pirraniya hêzgehêbn ceryanê yên Iraqê bi gaza Îranê dixebitin û gaza Iraqê bixwe tenê têra sedî 5 ji ardûya hêzgehan dike.

Endama Komîsyona Ceryan û Enerjiyê li Parlimana Iraqê her wiha got: Iraq divê deynên paşdaketî ji derdora sê sal berê bide. Ev pereyekî mezin e ku di bûceya nû da hatiye misogerkirin û bi zûtî dê bikeve qonaxa cihanînê.

Roja Şemiyê Yehya Alê Îshaq Serokê Odeya Hevpar a Bazirganiyê ya Îran û Iraqê got: Li gorî tiştên hatine bihîstin 2.7 miliyar dolar ji deyna Irqê bo Îranê hatiye azadkirin.

Yehya Alê Îshaq tevî amajeya bi azadkriina du miliyar û 700 miliyon dolar darayîyên Îranê li Iraqê got ku beşeke pereyên astengkirî yên Îranê li vî welatî ji bo hewcetiyên heciyan di Heca Temetu'yê da hatiye terxankirin û beşeke din jî ji bo dabînkirina kelûpelên bingehîn hatiye bikaranîn.

 

Serepeyv