Nîsan 24, 2023 14:27 Asia/Tehran
  • Plan û bernameya pêtroşîmiya Îranê jibo berhemanîna 95 milyon ton berhemên vê beşê

Rêveberê Şîrketa Neteweyî ya Pêtroşîmiya Îranê, ragihand ku Pêşeya Pêtroşîmiya Îranê bo berhemanîna 95 milyon ton berhemên curbicur ên vê beşê plan û bername darêştiye.

 Murteza Şah-Mîrzayî, Rêveberê Şîrketa Neteweyî ya Pêşeyên pêtroşîmiyê, bal kişand ser vê yekê ku zirûfa berhemên pêtroşîmiya Îranê niha 92 mlyon ton tê texmînkirin û got: Heta dawiya salê û bi zêdebûna 3 milyon ton berhemên curbicur, zirûfa berhemanînê ya vê beşê yê bighêje 95 milyon tonî.

Şah-Mîrzayî, îro di civîna rojnamevaniyê ya 14-emîn civîna Navneteweyî ya Pêşeya Pêtroşîmiya Îranê bal kişand  ser vê yekê ku 10 projeyên pêtroşîmiyê dê  xebata xwe destpê bikin û got: 70 navendên berhemaanînê yên pêtroşîmiyê erka berhemanîna 550 cure berhemên polîmîrî û kîmyayî dane istûyê xwe.

 Rêveberê Şîrketa Neteweyî ya Pêtroşîmiyê got em hêvî dikin ji ber ku Îranê pileya ewilî di warê hebûna çavkaniyên nift û gazê li cîhanê heye, em pileya ewilî ya pêşeya pêtroşîmiyê jî bi dest bixin.

 

Serepeyv