Beşdariya girseya gelê Tehranê di merasima 9 Dêy (30 Kanûnê) de
Kanûn 30, 2025 21:12 Asia/Tehran
Merasima rêzgirtina li salroja hemaseya 9 Dêyê (30 Kanûnê) bi amadebûna çîn û qatên curbicur ên gelê Tehranê li meydana Îmam Husêyn (s) a Têhranê hat lidarxistin.
Di vê mersimê de, çîn û qatên curbicur ên gel bi amadebûna xwe û bilindkirina alaya Komara îslamî ya Îranê, hemaseya 9 Dêyê bi bîr anîn. Beşdaran tekezî ser girîngiya 9 Dêyê kirin û ev roja sembola besîret, hişmendî û amadebûna di wextê xwe de li bone u rewşên hestyar ên Şoreşa Îslamî u xaleka werçerxanê di dîroka hevçex a welêt da zanîn. Beşdariya bicoş a çîn û qatên gel cardinê zanebûn, yekitî û rawestana li ber fitne û komployên dijminnan nîşan da. Roja 9 Dêyê wek roja zanebûn û hevpeymanbûn û sozdariya gel bi Wilayetê re tê naskirin.