Adar 10, 2023 15:01 Asia/Tehran
  • Danûstandina Bexdayê bi şîrketên ku bi Herêma Kurdistana Iraqê re hevkarî kirine

Li gorî rapora Kovara ‘Iraq Oil Report’ê, Bexdayê bi şîrketên ku ji ber hevkariya bi Herêma Kurdistanê re ketine nava lîsteya reş, dest bi danûstandinê kiriye.

 Kovara ‘Iraq Oil Report’ê di raporekê de ragihandiye ku muhtemel e Bexda dev ji cezakirina şîrketên ku pêştir ji ber hevkariya bi Herêma Kurdistana Iraqê re ketibûn nav lîsteya reş a Hikûmeta navendî  berde.

 Li gor vê raporê, hikûmeta ‘Muhemed Şiya Sûdanî’ di mehên derbasbûyî de, ji cezakirina şîrketên ku di hikûmeta berê de ji ber hevkariya bi pêşeya niftê ya Herêma Kurdisrtanê re , ketibûn nav lîsteya reş, dev berdaye.

Kovara ‘Iraq Oil Report’ê îşareyî wajokirina peymana hikûmeta Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê bi konsêrsyûma Îmaratî ya Pêrlê re kiriye, di halekî de ku di dema hikûmeta ‘Mustefa Kazimî’ de, dijî vê şîrketa îmaratî bi tawana hevkariya neqanûnî bi hikûmeta Herêma kurdistanê û derxistina gazê ji meydana gazê ya Kûrmûr û Çemçemalê re, doz hatibû vekirin.

 

Serepeyv