Adar 02, 2023 16:12 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana Projeya IRAN LNG’yê ya Parsa Başûr kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana projeya şilekîkirina gaza xwezayî ya Îranê li binkeya gazî ya ‘Parsa Başûr’ kir.

Li gorî rapora iRAN Press’ê, ‘Seyid Îbrahîm Reyîsî’ Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewama bernameyên yekem roja serdana xwe bo Bûşêhrê li başûrê Îranê, serdana pêvajoya kemilandina Projeya IRAN LNG’yê û Projeya Şilekîkirina Gaza Xwezayî ya Îranê kir.

Xwereka Karxaneya IRAN LNG’yê dê ji Meydana Gazê ya Parsa Başûr were dabînkirin.

Di vê projeyê da her wiha zêdebûna kapasîteyê heta çar rêzên operasyonê jî hatiye pêşbînîkirin.

Li gorî gotina “Hadî Emîr-Qeşqayî” Rêveberê Kompanîya Şilekîkirina Gaza Xwezayî ya Îranê, ev proje jinbo berhemanîna 10.5 miliyon ton LNG’yê di salê da xebata xwe dest pê dike.

Bi behrewergirtina tam ji plana berfirehkirina Faza 14an a Parsa Başûr, hilberîna rojane ji vê fazê digihêje zêde ji 50 mliyon netrekûp û asta hinardekirina berhemên wê ji hêla biha va jî 3.5 miliyar dolar di salê da tê texmînkirin.

 

Serepeyv