Çile 16, 2022 14:22
Rêxistina Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Amedê ragihand, ku ew çêkirina daristaneke bîranînê ya bi navê Serokê Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli(Baxçelî) li Amedê qebûl nakin û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê, ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.”