Cotmeh 27, 2024 17:48 Asia/Tehran

Dewlet Bahçelî, serokê Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê (MHP) li bara Kurdan peyamekî nû belav kir û diyar kir ku hezkirina Kurd û Tirkan ji aliyê dînî û siyasî ve ferz e û Tirkê ku ji Kurdan hez neke, Tirk nîne.

Serokê MHP`ê, Dewlet Baxçelî, di Sempozyûma Sedsaliya Wefata Ziya Gokalp, dîroknas û zimanzan de axivî û got: Eva gotina ramanvanê me yê rehmetî ye; Kurd û Tirk di encama oleka hevpar, dîrokeka hevpar û coxrafiyayeka hevpar da ji hêla madî û manewî ve bi hev re bûne yek, îro rojê jî ew li hember dijmin û xeterên hevpar da ne û tenê bi rêya hevgirtîbûn û nihêrîneka hevpar dikarin xwe ji vê metirsiyê rizgar bikin. Wî herwiha got: Vêca em dikarin bi dilniyayî bêjin ku ji hevduhezkirina Tirk û Kurdan bo her du aliyan ferzeke olî û siyasî ye. Eger Tirkek ji kurdan hez neke, tirk nîne û eger Kurdek jî heye ku ji tirkan hez nake, Kurd nîne.

Serepeyv