Asta bêkarîyê li Tirkîyê
Mijdar 18, 2025 15:50 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku asta bêkarîyê di 3 mehên destpêka sala 2025ê da li Tirkîyê sedî 8.5 e û pêka demsala berî wê neguherîye.
Li gorî amaran, hejmara bêkaran 26 hezar kes daket û gihîşt nêzî 3 milyon u 100 hezar kesî. Hejmara kesên kar dikin jî 65 hezar kes zêde bû û rabû 32 milyon u 558 hezar kesî. Asta bêkarîya ciwanan sedî 0.5 daket û nika sedî 15.3 e û asta navîn a saetên karkirina di hefteyê da jî hinekî zêde bû û rabû 42.5 saetan.