Baxçelî: PKK nûnerê Kurdan nîne
Serokê Partiya Hereketa Netwî amajeyî vî yekî kir ku PKK nûnerê Kurdan nîne û divê ji bo hemîşe ji nav here û piştgîrî da rola taxima DEM Partiyê bona pêşdabirina armancên Tirkiyeya bêyî PKK`ê.
Dewlet Baxçelî, di civîna heftane ya koma parlimanî ya vê partiyê li Meclisa Tirkiyê de, amajeyî pêvajoya nû ya siyasî kir û got: Dema bidawîhatina zalim û kirêgirtiyên wan ku çend dehekan xebitîne,pê ra gihîştiyê. Rêxistina terorîst a PKK- YPG`ê ne sergêr û ne jî nûnerek ji bo birayên me yên Kurd e. Dewlet Baxçelî herwiha amajeyî hevdîtinên taximên DEM Partiyê kir û got: Hevdîtin û muzakireyên vê taximê li gorî nihêrîna me ve di rêyeka erênî da û serkevtî cih hatin. Em bûn şahidê mînakên pêşkevtina şêwaz û tevgeriyanê ku em jê razî ne. Di vê çarçoveyê da her kesê ku li rex Tirkiyeya bêyî terorsmê be, helwêstan bigire ber xwe, peyaman bide û bêyî qezaweta ji pêş ve pêngavan rake, pişkek ji hewldaneka binirx e. Dema wê hatiye ku bêyî derengmayînê em bi awayeka hevpar berevaniya maf û berjewendiyên xwe yên netewî ku li ser bingeha nan, av û axê me ye bikin.