Li çend bajarên Tirkiyê dijberên NATO`yê hevdem kom bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i358654-li_çend_bajarên_tirkiyê_dijberên_nato_yê_hevdem_kom_bûn
Hevpeymaniya ``Na bo NATO`yê`` di bere berê lidarxistina civîna serokên NATO`yê ya di rojên 7 û 8ê Tîrmeha 2026an li Enqereyê da, li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê kombûnên hevdem li dar xistin.
(last modified 2026-06-28T13:38:40+00:00 )
Hezîran 28, 2026 16:02 Asia/Tehran
  • Li çend bajarên Tirkiyê dijberên NATO`yê hevdem kom bûn

Hevpeymaniya ``Na bo NATO`yê`` di bere berê lidarxistina civîna serokên NATO`yê ya di rojên 7 û 8ê Tîrmeha 2026an li Enqereyê da, li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê kombûnên hevdem li dar xistin.

Hevdem digel nêzikbûna civîna serokên NATO`yê li Enqereyê, hevpeymaniya ``Na bo NATO`yê`` bi lidarxistina hin kombûnan li Enqere, Stenbol û Îzmîrê, xwest ku Tirkiye ji NATO`yê derkeve, binkeyên vê hevpeymaniyê bên girtin û girtî û zîndaniyên dosyeyên vê dawîyê bên azadkirin. Neraziyan dirûşmên wekî NATO ji Tirkiyê derkeve, Bila Binkeyên NATO`yê bên girtin û Amerîka ji Rojhilatê Navîn derkeve bilind kirin. Hevpeymaniya ``Na bo NATO`yê`` di dawîyê da ragihand ku nerazîbûn dê ne tenê li sê bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê bimîne, lê di rojên pêş da li bajarên wekî Adana, Meletiye û Amedê û deverên din ên Tirkiyê jî berdewam bin. 225 kes ji neraziyên dijî lidarxistina civîna NATO`yê li Tirkiyê hatin desteserkirin ku 178 kes ji wan bi biryara dadgehê sewqî zîndanê hatine kirin.