Kirêmlînê derbare bikaranîna çeka navokî hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358878-kirêmlînê_derbare_bikaranîna_çeka_navokî_hişyarî_da
Berdevkê Kirêmlînê tekez kir: “Rûsya, heke rastî rewşekê were ku hebûna wê bixe bin gefê, dê çeka navokî bi kar bîne.”
(last modified 2026-07-12T14:19:56+00:00 )
Tîrmeh 12, 2026 17:50 Asia/Tehran
  • Kirêmlînê derbare bikaranîna çeka navokî hişyarî da

Berdevkê Kirêmlînê tekez kir: “Rûsya, heke rastî rewşekê were ku hebûna wê bixe bin gefê, dê çeka navokî bi kar bîne.”

Dmîtrî Pêskov got: “Heta ku ew gef tunebe, hewcedariya bikaranîna çeka navokî jî tuneye û Rûsya dê destpêkerê şerrê cîhanî yê sêyem nebe.” Wî herwiha rexne li sîyaseta leşkerîtiyê ya Ewropayê girt û got: “Welatên ewropayî, Rûsyayê wek ‘xirabiya têkûz’ didin nasandin.” Hevdem, Aleksandr Gruşko, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, tevî amajeya bi gefên NATOyê ragihand ku Moskowê htevahiya van gefan di stratejiya xwe ya pêşîlêgirtina navokî da hesibandine û wek bersiva li hember zêdekirina şiyana navokî ya welatên endamên NATOyê, dê şiyana xwe ya navokî xurttir bike.