Nûnerê Kongreya Amerîkayê rexne ji sîyaseta şerxwazî ya Trump girt
Tîrmeh 12, 2026 17:53 Asia/Tehran
Nûnerê Demokrat ê Kongreyê, bi rexnekirina şerxwazîya Donald Trump li hember Îranê, kiryarên Qesra Sipî wek nîşanek ji têkçûna dîplomasî û plankirina stratejîk a Waşîngtonê da zanîn.
Cêmî Panta li ser tora X’ê nivîsî: “Em nikarin pişta xwe bidine tiştê ku Serokkomar derbarê şêrr de dibêje, lê em dikarin êrişên dûbare yên Amerîka û Îranê wek bingehek ji bo diyarkirina rewşa bi kêşe ya mizakereyên bêencam û agirbesa bêbandor li ber çav bigirin.” Pantayî tekez kir: “Divê Kongre, hewldanên xwe bi piştgirî an bêyî piştgirîya Serokê Meclîsê, ji bo bidawîhatina şerrê Îranê, vekirina Tengerêya Hormizê û kêmkirina bihayan ji bo amerîkayîyan bidomîne.”
Serepeyv