Mijdar 26, 2024 17:02 Asia/Tehran
  • Bahçelî: Em dixwazin Ocalan û DEM Partî demildest bicivin

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmralî û grûpa DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe.

Em banga xwe bi biryarî dubare dikin."Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma MHPyê ya li parlametoyê de axivî Devlet Bahçelî got, "Têra xwe zehmet hatiye kişandin, êş çêbûne. Çek ne bijarde ye, siyaseta hembêzkirinê armanca me ye."Tirkiyeya bê teror tê wateya Tirkiyeyeke aram û dewlemend.Veqetandina Kurdan ji Tirkan bi qasî ku mirovatiyê ji pergala tavê veqetîne ne mimkin e."Bila di navbera Îmrali û DEM Partiyê de hevdîtin pêk were"

Serepeyv