Bersiva tund a DEM Partiyê li hember gotinên şerxwazane yên rêberê MHPyê
Hevserokê DEM Partiyê wek berteka li himber gefxwarina serokê MHP bi lidarxistina operasyona leşkerî, got: Çareserkirina pirsgirêkan bi gotûbêj û mafên wekhev dikare pêknab e ne bi kilîşeyên kombûyî di mejiyê mêriv de.
Piştî ku Dewlet Baxçelî, rêberê MHP hişyarî da ku ger peymana derbarê tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel nav artêşa Sûriyê de were paşguhkirin, êrişa hevpar a Enqere û Şamê dê tekez cih were.
Toncer Bekirxan hevserokê DEM Partiyê, wek berteka li hember van gotinên handêr tekez kir ku bêyî garantiyên ewlehiyê yên şênber û çarçoveyên qanûnî yên zelal, daxwaza ``teslîm bibin``, ne li edaletê û ne jî li aştiyê tê û û rêya pêşberî me rêya diyalog û çareseriyên ceribandî yên cîhanî ye.
Hevserokê DEM Partîyê got ku lihevhatin û aştî ne bi fermanan pêk tê, u bêyî wergirtina garantiyan kes çekên xwe nadane.