Devlet Bahçelî: Divê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe
Îlon 12, 2025 21:40 Asia/Tehran
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji rojnameya Sabahê re axivî û got:
“Niha em gihîştine qonaxa ku em bêjin pêwîstiyên jiyana bi hev re çi ne. Komîsyona li parlamentoyê xebata xwe bi awayekî berhemdar didomîne.
Ahmet Turk, Şaredarê Mêrdînê bû lê ji erkê xwe hat dûrxistin. Ew yek ji wan kesan e ku ji bo aştiyê di avakirina diyalogên bi PKKyê re cih girtiye.
Li hemberî rewşeke wisa divê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe. Ev dê bibe alîkar ji bo pêşketina hesta biratî û aştiyê.
Her wiha Ahmet Ozer jî wisa ye. Eger Tirkiyeyê dest bi pêvajoya aştiyê divê Ahmet Ozer bê berdan.