-
YPG: Teqîna Efrînê me nekiriye
Nîsan 30, 2020 00:46Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ragihand ku ti eleqeya wan bi teqîna ku li Efrînê pêk hatiye tuneye.
-
Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
Nîsan 29, 2020 20:02Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxuyand ku hinek derdor bêyî ku mijar were ronîkirin ji teqîna duh a li navenda Efrînê YPG’ê berpirs digirin lê tu eleqeya wan bi wê bûyerê tune ye û tawanbarî dûrî rastiyê ne.
-
Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
Nîsan 29, 2020 14:16Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk, êrîşa ku duh li Efrînê pêk hatibû, bi daxuyaniyên ku dan şermezar kirin.
-
MSD`ê teqîna li Efrînê şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê kir
Nîsan 29, 2020 10:38Meclisa Sûriya Demokratîk teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hat û di encamê de, bi dehan sivîl bûn qurbanî, şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirkiyê ji Sûriye û Efrînê re li civaka navneteweyî kir.
-
EL-EREB: Êrîşên li Efrînê hincetên Tirkiyê jibo dagîrkirina Til Refetê ne
Nîsan 29, 2020 09:17Rojnameyên erebî yên îro der barê teqîna duh a li bajarê Efrînê de nivîsî: "Tirkiye û komên Sûriyê yên girêdayî wê, nikarin rewşa ewlehiyê li herêmên di bin destê wan de li bakurê Sûriyê kontrol bikin, bi taybet li Efrînê, li wî bajarê girêdayî parêzgeha Helebê êriş û teqîn zêde bûne.”
-
Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsyayê berpirsiyariya êrişên Tirkiyê ne
Nîsan 29, 2020 04:12Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyariya kiryarên Tirkiyê xist ser milê Rûsya û Amerîkayê û bang li civaka navnetewî bi hemû saziyên xwe û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.
-
Li Efrînê teqînek mezin: Herî kêm 43 kuştî û 176 birîndar hene
Nîsan 28, 2020 21:23Teqînek li nav bazara bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye, çêbû û li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm 43 kes hatine kuştin û 175 kesên din jî birîndar bûne.
-
Di teqîna li Efrînê de herî kêm 15 terorîst hatin kuştin
Nîsan 28, 2020 20:05Li nêzîkî navenda şaredariya kevin a Efrînê tankerek bombebarkirî teqiya. Di teqînê de bi kêmanî 15 terorîstên girêdayî li dewleta Tirkiyê mirin.
-
HRE: Li Bab û Efrînê 5 dagirker hatin kuştin
Nîsan 28, 2020 15:25HRE’yê ragihand, li Bab û Şera ya Efrînê di encama çalakiyên şervanên wan de, 2 leşerên Tirkiyê û 3 terorîstê girêdayî wê bi giştî 5 dagirker hatine kuştin.
-
Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê bang kir
Nîsan 28, 2020 13:51Meclîsa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê dan û bang li welatên garantor kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.