Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsyayê berpirsiyariya êrişên Tirkiyê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315337-rêveberiya_xweser_amerîka_û_rûsyayê_berpirsiyariya_êrişên_tirkiyê_ne
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyariya kiryarên Tirkiyê xist ser milê Rûsya û Amerîkayê û bang li civaka navnetewî bi hemû saziyên xwe û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2020 04:12 Asia/Tehran
  • Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsyayê berpirsiyariya êrişên Tirkiyê ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyariya kiryarên Tirkiyê xist ser milê Rûsya û Amerîkayê û bang li civaka navnetewî bi hemû saziyên xwe û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.

 

Li gorî rapora HAWAR Newsê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku Tirkiyê bi awayekî aşkera hemû biryarên navneteweyî û di nav de biryarên agirbestê di dema belavbûna Koronavîrus de, binpê dike. Her wiha bang li civaka navneteweyî bi hemû saziyên wê û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê, pêk bînin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dema ku tevahî cîhan zehmetiyan ji ber COVID-19 dikşîne û hewldanên bidawîkirina encamên vê nexweşiyê didomin, di heman demê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rêxistina tenduristiyê ya cîhanê rastî girîngiya pêwîst nayên, hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo pêşî li belavbûna Koronavîrus bigire bi rêya hin tedbîrên pêwîst pêk tê da ku jiyana nêzî 5 milyon kes li van herêman biparêze. Di dema ku li tevahî cîhanê agirbest heye, dewleta Tirkiyê hemû xebata xwe xistiye hedefgirtina herêmên me.

BI AWAYEKÎ AŞKERA BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ TÊNE BINPÊKIRIN

Dewleta Tirkiyê ya dagirker di 28`ê Nîsana 2020`an de kantona Kobanê kir hedef beriya wê jî herêmên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir. Di encama wê de zirarên madî yên mezin çêbûn û bi sedan şênî ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, koçber bûn. Piştî koçberkirina wan ji Efrînê dîsa hatin topbarankirin.û Kiryarên bi vî awayî diyar dike ku Tirkiye guh nade alîkariya ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê. Her wiha bi awayekî ber bi çav biryarên navneteweyî yên girêdayî agirbestê di dema belavbûna Koronavîrusê de, binpê dike. Ev tevahî nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirkiyê li gorî tu soz û biryarên navnetewî li hemû herêmên Sûriyê ku dagir kirine di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tev nagere.

CIVAKA NAVNETEWEYÎ JI KIRYARÊN TIRKIYÊ BERPIRSYAR E

Di demekê de ku em girîngiyê didin yekkirina xebatên têkoşîna li dijî Koronavîrusê, em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yê dikin ku li hemberî kiryarên bi dijminatî yên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmên me bi berpirsiyarên xwe rabin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD (HSD)) li gorî banga navneteweyî ya rawestandina şer di rewşa heyî de, tev geriya. Divê xezt li Tirkiyê bê kirin da ku ew jî li gorî vê yekê tev bigere. Der barê hebûna dewleta Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, têkiliyên yekser ên Rûsya û Amerîka bi Tirkiyê re hene.

Em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, da ku Tirkiyê jî pabendî wan peymanan bibe ku hemû aliyên peymanan berpirsiyariya êrişên Tirkiyê li herêmên me red dikin.

Ev binpêkirin, tevlîheviyê derdixin û didin nîşandan ku Tirkiyê xeteriya Koronavîursê paşguh dike û şertên mirovî yên heyî ji bo pêkanîna planên xwe yên dijminahiyê, bi kar tîne. Lewra em bang li aliyên navborî dikin ku bi lez tev bigerin û van binpêkirinan rawestînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafireke keşfê ya dewleta Tirkiyê îro berbangê nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê hedef girtibû û di encamê de zirarên madî pêk hatibûn.