Hevdîtina Pizişkîyan u Pûtîn; Ûrsêtê hevgirtina xwe tev gelê Îranê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360046-hevdîtina_pizişkîyan_u_pûtîn_Ûrsêtê_hevgirtina_xwe_tev_gelê_Îranê_ragihand
Serokê Komara Islamî ya Îranê u Serokomarê Ûrsêtê li rex civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê li şarê Bîşkek paytexta Qirqîzistanê hevdîtin pêk anîn.
(last modified 2026-09-01T15:25:49+00:00 )
Îlon 01, 2026 18:53 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Pizişkîyan u Pûtîn; Ûrsêtê hevgirtina xwe tev gelê Îranê ragihand

Serokê Komara Islamî ya Îranê u Serokomarê Ûrsêtê li rex civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê li şarê Bîşkek paytexta Qirqîzistanê hevdîtin pêk anîn.

Viladimîr Pûtîn di vê hevdîtinê da tevî ragihandina hevgiritna tev gelê Îranê ku di halê berevanîya ji berjewendîyên xwe da ye, ji Mes`ûd Pizişkîyan xwest ku silava wî bigihîne Ayetullah Seyîd Micteba Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî.

Pûtn bi bîr xist ku Peywendîyên ticarî u aborî yên Ûrsêt u Îranê di sala buhurî da tevî rewşa leşkerî u sîyasî wek berê geş bûne. Serokomarê Ûrsêtê herwiha got: Peywendîyên Moskow u Têhranê di hemî waran da bi berdewamî li pêş dikevin u Moskow pêgirîyê ser girîngatîya hevkarîyên Ûrsêt u Îranê di warê merivdostane da dike.

Serokomarê Ûrsêtê herwiha got ku Moskowê wajokirina liyêkgiheştinamê di navbera Îran u Amerîkayê da erênî zanî, lê mixabin agirbes sist u lawaz bû. 

Pizişkîyan jî di vê hevdîtinê da amajeyî potansîyelên aborî u sîyasî yên Îran u Ûrsêtê kir û got: Amerîka u welatên rojavayî bi sepandina boykotan ser Îran u Ûrsêtê da, xwe ji potansîyel û şîyanên van du welatana bêpar dikin. 

Serokomarê Îranê herwiha got: Çi qasî Îran u Ûrsêt u welatên din ên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê peywendîyên xwe li pêş bixin, bandora sîyasetên ser bingeha zorbêjîyê u boykotên yekalî yê kêm bibe.