YPG: Teqîna Efrînê me nekiriye
Nîsan 30, 2020 05:16 Asia/Tehran
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ragihand ku ti eleqeya wan bi teqîna ku li Efrînê pêk hatiye tuneye.
Berdevkê YPG’ê Mehmûd têkildarî teqîna ku di 28’ê Nîsanê de li navenda Efrînê pêk hat, daxuyaniyek da.
Mehmûd di daxuyaniyê de got: “Di dîroka 28-04-2020 de teqînek bi rêya kamyûneke sotemenî lê barkirî li bajarê Efrînê pêk hat. Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girt. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, ti têkiliya me bi vê bûyerê re nîne.”