MSD`ê teqîna li Efrînê şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê kir
Meclisa Sûriya Demokratîk teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hat û di encamê de, bi dehan sivîl bûn qurbanî, şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirkiyê ji Sûriye û Efrînê re li civaka navneteweyî kir.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî teqîna mezin ku duh li bajarê Efrînê yê dagirkerî pêk hat û di encamê de bi dehan şêniyên Efrînê yên resen bûne qurbanî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Duh li sûka gel a bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîneke mezin çêbû û di encamê de, li gorî rapor û agahiyên destpêkê, bi dehan sivîlên bêguneh ku ji wan ji şêniyên Efrînê yên resen in birîndar û şehîd bûn. Di demekê de ku bajarê Efrînê rastî hemû rêbazên terorê ji kuştin û revandinê tê ku heta kesên temenmezin jî jê neflitîn, û destdanîna li ser mal û milkên sivîlan û axa wan a çandiniyê da ku koçber bibin û guhartina demografiyê bi rêya hedefgirtina bi zanebûn a ewlehiya şêniyên resen, ev teqîn pêk hat.
Her wiha di demekê de ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê, hevpeymana ku Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re derbarê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk aniye, binpê dike, wekî bûyera hedefgirtina navenda Asayîşa Kobanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û nakokiyên di navbera wan bi xwe de li ser, mal û milkên sivîlan, ev teqîn pêk hat.
Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk, di demekê da ku em vê kiryara terorîstî ya tirsnak ku sivîlên bêguneh kirin armanc û gef li şêniyên Efrînê yên mayî tê xwarin da ku koçber bibin û dev ji gund û bajarên xwe berdin, şermezar dikin û piştrast dikin ku dagirkeriya Tirkiyê bi rêya pişta xwe dayîna li ser komên ku fikrên terorîstî radikin, rê da ku hêzên terorîst xwe bi rêxistin bikin û kiryarên xwe yên tirsonek di bin sîwana parastina Tirkiyê de pêk bînin. Di heman demê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe li hemberî doza Sûriyê rabe û ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û hemû herêmên ku dagir kirine, bixebite"