Di teqîna li Efrînê de herî kêm 15 terorîst hatin kuştin
Nîsan 28, 2020 20:05 Asia/Tehran
Li nêzîkî navenda şaredariya kevin a Efrînê tankerek bombebarkirî teqiya. Di teqînê de bi kêmanî 15 terorîstên girêdayî li dewleta Tirkiyê mirin.
Li nêzî navenda şaredariya berê ku piştî Efrîn hate dagirkirin û şûnde veguherîbûn navenda çeteyên dewleta Tirkiyê, tankerek tije bombe hate teqandin. Di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê bi kêmanî 15 çete mirine, gelek çete jî birîndar bûne.
Heman demê teqîn nêzîkî nuqteya koma çete ya Sûltan Mûrad a girêdayî dewleta Tirkiyê û leşkerên Tirkiyê jî pêk hatiye.
Hîn ti aliyekî ev teqîn nekişandiye sikura xwe.