Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315363-nûrî_mehmûd_tu_eleqedariya_me_bi_teqîna_li_efrînê_tune_ye
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxuyand ku hinek derdor bêyî ku mijar were ronîkirin ji teqîna duh a li navenda Efrînê YPG’ê berpirs digirin lê tu eleqeya wan bi wê bûyerê tune ye û tawanbarî dûrî rastiyê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2020 20:02 Asia/Tehran
  •  Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxuyand ku hinek derdor bêyî ku mijar were ronîkirin ji teqîna duh a li navenda Efrînê YPG’ê berpirs digirin lê tu eleqeya wan bi wê bûyerê tune ye û tawanbarî dûrî rastiyê ne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser malpera fermî ya YPG’ê têkildarî teqîna duh a li navenda Efrînê daxuyaniyek weşand.Mehmûd, diyar kir ku tu eleqeya wan û teqînê bi hev tune û got:

“Di roja 28-04-2020 de (duh) teqînek bi rêya seyareyeke sotemenî lê barkirî li bajarê Efrînê rû da. Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar zanîn. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, tu têkiliyê me bi vê bûyerê ve nîn e.”