EL-EREB: Êrîşên li Efrînê hincetên Tirkiyê jibo dagîrkirina Til Refetê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315345-el_ereb_Êrîşên_li_efrînê_hincetên_tirkiyê_jibo_dagîrkirina_til_refetê_ne
Rojnameyên erebî yên îro der barê teqîna duh a li bajarê Efrînê de nivîsî: "Tirkiye û komên Sûriyê yên girêdayî wê, nikarin rewşa ewlehiyê li herêmên di bin destê wan de li bakurê Sûriyê kontrol bikin, bi taybet li Efrînê, li wî bajarê girêdayî parêzgeha Helebê êriş û teqîn zêde bûne.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • EL-EREB: Êrîşên li Efrînê hincetên Tirkiyê jibo dagîrkirina Til Refetê ne

Rojnameyên erebî yên îro der barê teqîna duh a li bajarê Efrînê de nivîsî: "Tirkiye û komên Sûriyê yên girêdayî wê, nikarin rewşa ewlehiyê li herêmên di bin destê wan de li bakurê Sûriyê kontrol bikin, bi taybet li Efrînê, li wî bajarê girêdayî parêzgeha Helebê êriş û teqîn zêde bûne.”

 

Rojnameya EL-EREB'ê nivîsî: "Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tawanber dike ku ew van çalakiyan dike li dijî leşkerên wê û hevkarên wê yên li Efrînê û dibêje ku ji Til Rifetê tên. Ev yek gumanan çêdike ku Tirkiye dixwaze li Til Rifetê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Çavdêr dibêjin ku ev guman di cî de ne, bi taybet ku tê dîtin çawa çapemeniya Tirkiyê giranî dide herêmên Til Rifetê û behsa girîngiya kontrolkirina wê dike.”

Berê jî serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan piştî dagirkirina Efrînê di sala 2019`an da gef xwaribû ku Til Rifetê dagir bike.

Tirs heye ku Rûsya û Tirkiye der barê dagirkirina herêmê de li hev kiribin, piştî lihevhatina Idlibê ya meha adarê di navbera her du aliyan de.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berê daxuyanî dabû û gotibû ku welatê wî û Rûsya hewl didin li dijî çekdarên biyanî yên li Idlibê xebateke hevbeş bikin.”