UNICEF: Rejîma Siyonîst pêşiya xwendina zarokên filistînî digire
Alîkarê birêvebirê cihîner ê UNICEF`ê bi rexneya ji dijwariyên ku Rejîma Siyonîst ji bo xelkê Perrava Rojava Çemê Urdinê pêk aniye got: Ev rejîma pêşiya perwerdehiya 800 hezar zarokên filistînî li Perrava Rojava digire.
Henan Silêman di civîna Konseya Ewlehiyê girêdana dibistanan, bê ewlehîtî, qedexeya hatûçûnê û derbeya li binesaziyan ji hegerên vê rewşê dan zanîn û got: Şideta bajaroknişînan jî lêdan, êrişa ser malan û kavilkirina binesaziyên navçeyên filistîniyan digire ber xwe. Anegorî amara UNICEF`ê ji Çileya 2024`an heta dawiya Tîrmeha 2026`ê ve 174 zarokên filistînî li Perrava Rojava Çemê Urdinê hatine şehîdkirin û zêde ji hezar û 500 zarok jî birîndar bûne. Vî rayedarê UNICEF`ê herwiha ragihand herîkêm 355 zarokên filistînî di zîndanên leşkerî yên Rejîma Siyonîst de tên xwedîkirin û 164 kes ji wan bêyî ti tawanekî yan hatine mihakimekirin yan jî hatine girtin.