Leşkerên Rejîma Siyonîst nûçegîhaneka Press TV`yê li Perrava Rojava revandin
Di kiryareke terorîstî de, hêzên leşkerî yên Rejîm,a Siyonîst êrîşî xaleke kontrolê ya nêzîkî bajarokê Teqwa li Beytlehmê kirin û Neqa Hamid, nûçegihana Press TV`yê, revandin û birin cihekî nediyar. Li gorî dayireya têkiliyên giştî ya Press TV, Hamid bi ekîba kameraman re rêwîtî dikir dema ku leşkerên siyonîst li xaleke kontrolê ya nêzîkî bajarokê Teqwa, li başûrê rojhilatê Beytlehmê, ew rawestandin.
Yek ji hevkarên wêji Press TV re got ku hêzên siyonîst Hamid revandine û piştî lêgerîna komê, kameraman berdane. Hamid berê jî bûye hedefa çalakiyên leşkerî û di nîvê Tebaxê de, di dema ku wê nûçeya êrîşa siyonîstan li ser kampa penaberan a Qelendiyê li bakurê Qudsa Dagirbûyî dişopand, hêzên Siyonîst rojnamevanên li cihê bûyerê hedef girtin ku di encamê de nûçegihana Press TV birîndar bû.