Girtina derbasgehên nefermî li sînorên di navbera Iraq û Sûriyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i358152-girtina_derbasgehên_nefermî_li_sînorên_di_navbera_iraq_û_sûriyê_da
Yek ji fermandarên Hêzên Heşda Şeibîyê ragihand ku hemî derbasgehên nefermî li sînorên hevpar ên di navbera Iraq û Sûriyê de hatin daxistin.
(last modified 2026-01-31T10:47:16+00:00 )
Çile 31, 2026 12:14 Asia/Tehran
  • Girtina derbasgehên nefermî li sînorên di navbera Iraq û Sûriyê da

Yek ji fermandarên Hêzên Heşda Şeibîyê ragihand ku hemî derbasgehên nefermî li sînorên hevpar ên di navbera Iraq û Sûriyê de hatin daxistin.

Selah Fazil Îsawî yek ji fermandarên Hêzên Heşda Şeibîyê li parêzgeha Enbarê ragehand ku zîvala sînorî di navbera Iraq û Sûriyê de bi tevahî di bin kontrolê de ye. 

Wî her wiha got: Terorîstan, şîyana ketina nav zîvala sînorî tinene. Herêma Rebîe heta Tenefa Sûriyê û Erer û çolên li rojavayê Enbarê bi tevahî ewleh û di bin kontrolê de ne. 

Îsawî tekez kir: Hemî derbasgehên nefermî li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de hatine girtin û hemî leşkerên bicihbûyî li vê navçeyê di rewaşa amadetiyê de ne ku li himber her destdirêjiyekê rawestin.