Çile 24, 2021 14:07 Asia/Tehran
  • Balefirên şer ên Iraqê Qeretepeya Xaneqînê bombebarana DAIŞê dikin

Efserekî îstixbaratê yê polîsê nahiyeya Qeretepe ya ser bi qeza Xaneqînê aşkera kir, balefirên şêr ên Iraqê bo jinavbirina çekdarên DAIŞê bombebarana çiyayên sînorê nahiyeya Qeretepe dikin.

Efserê îstixbarata polîsê Qeretepe Hîkmet Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 24.01.2021ê du roje balefirên şer ên Iraqê zincîre çiyayên nahyeya Qeretepeyê bombebaran dikin.’’

Herwaha got: ‘’Zanyarî li ser tevgera DAIŞê ya li navçeyê heye, lê ji ber asêbûna navçeyê hewl tê dayîn bi rêya balefiran ve bombebaran tê kirin.’’

Efserê polîs ragehand: ‘’Ev yekem êrîşa esmaniye li vî sînorî ji aliyê hêzên Iraqê ve li dijî DAIŞê tê kirin.’’

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku du jî artêşa Iraqê operasiyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li sinorê parêzgeha Kerkûkê û çiyayê Qerçoxê da despêkirin ku di encamê de heft çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye vê dawiyê hewldanên koma terorîst a DAIŞê zêde bûne, çend rojên berê vê komê bi teqandina întiharî li Bexdayê bi dehan kesên sivîl kuştin û birîndar kirin. ِDuh jî li herêma Eleyis a parêzgeha Selahedînê terorîstên DAIŞ’ê êrişî hêzên Heşdî Şebî kir û fermandarek û 10 hêzên din ên Heşdî Şebî şehîd kirin.

Serepeyv