Fermandeyekî Hêzên Heşdi Şeibiyê ya Iraqê qala kuştina bi dehan endamên koma terorîstî ya DAIŞ'ê li parêzgeha Xaneqînê ya rojhilatê vî welatî kir.
Hêzên Heşda Şeibiyê ji bo tesbîtkirina ewlehiyê li navçeyên berfireh ên parêzgeha Diyaleyê, operasiyoneke berfireh ji sê aliyan dest pê kir.
Efserekî îstixbaratê yê polîsê nahiyeya Qeretepe ya ser bi qeza Xaneqînê aşkera kir, balefirên şêr ên Iraqê bo jinavbirina çekdarên DAIŞê bombebarana çiyayên sînorê nahiyeya Qeretepe dikin.
Xelkê bajarokê Şareban li parêzgeha Diyalê ya Iraqê, rêka navbera bajarê xwe û Xaneqînê girtin.