Xelkê bajarokê Şareban a parêzgeha Diyalê rêka bajarê xwe û Xaneqînê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323226-xelkê_bajarokê_Şareban_a_parêzgeha_diyalê_rêka_bajarê_xwe_û_xaneqînê_girtin
Xelkê bajarokê Şareban li parêzgeha Diyalê ya Iraqê, rêka navbera bajarê xwe û Xaneqînê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2021 18:08 Asia/Tehran
  • Xelkê bajarokê Şareban a parêzgeha Diyalê rêka bajarê xwe û Xaneqînê girtin

Xelkê bajarokê Şareban li parêzgeha Diyalê ya Iraqê, rêka navbera bajarê xwe û Xaneqînê girtin.

Serokê encumena bajarokê Şareban li parêzgeha Diyalê, Ednan Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê komek xelkê Şarebanê wek nerazîbûn li hember nebûna xizmetguzariyan, rêka navbera Şareban û Xaneqînê girtin.

Ednan Mihemed her wiha got, xelkê bajêr daxwaza dabînkirina av û elektirîk û çêkirina rêyan dikin.

Serokê encumena bajarokê Şarebanherwiha  da zanîn wan soz dan xelkê bajêr ku daxwazî û giliyên wan bigehînin berpirsên parêzgeha Diyalê û hikûmeta Iraqê.

Li gorî agahiyên BasNewsê, xelkê nerazî li ser rêka kon vegirtine û pêşiya hatûçûnê girtine.