Wezareta Karên Hundir a Iraqê ferman da ku kamerayên çavdêriyê li ser sînorê navbera parêzgeha Diyaleyê û Herêma Kurdistana vî welatî bên danîn.
Fermandeyekî Hêzên Heşdi Şeibiyê ya Iraqê qala zêdekirina tevdîrên ewlehiyê yên van hêzan bi nêzikbûna li rêûrisma şîngêriya Aşûraya Îmam Hisên (S) kir.
Fermandeyekî Heşdi Şeibiyê ya Iraqê ragihand ku bi saya têkoşînên vê saziyê nîvê terorîstên DAIŞ'ê li parêzgehên Kerkûk, Selaheddîn û Diyaleyê hatin kuştin.
Serwîsa Rawestana li himber Terorîstan a Iraqê, giranbûna êrişên eskerên iraqî ser terorîstên DAIŞê piştyrast kir û ragihand di encama êrişên nû derbeyên giran li terorîstan ket û çend terorîst jî hatin kuştin.
Parêzgarên Kirmaşana Îranê û Diyaleya Iraqê derbarê berfirehkirina têkiliyan û hevkariyên ser sînor gotûbêj kirin.
Çavkaniyên iraqî qala dewama kiryarên rayedarên ewlehiyê yên vî welatî ji bo pêkanîna ewlehîê û aramiyê li parêzgeha Diyaleyê kirin.
Berdevkê Fermandetîya Hêzên Çekdar a Iraqê got ku koma terorîst a DAIŞ’ê hela jî xeterek ser rêya ewlehîya Iraqê ye ku şerê himberî wê şerekî di warê lêzanînan da ye.
Serokê Hevalbendîya Fethê ya Iraqê di nav koma eşîrên parêzgeha Dîyaleyê da pêgirî ser pêwîstîya yekitîyê ji bo sekinîna himberî terorîstan li vî welatî kir.
Serokê Hevalbendiya Fathê li Iraqê teqez kir ger fetwaya merceyeta olî nebûya, DAIŞ li ser Iraqê serdest dibû.