El-Amirî: Ger fetwaya merceiyetê nebûya, DAIŞ li ser Iraqê serdest dibû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338318-el_amirî_ger_fetwaya_merceiyetê_nebûya_daiŞ_li_ser_iraqê_serdest_dibû
Serokê Hevalbendiya Fathê li Iraqê teqez kir ger fetwaya merceyeta olî nebûya, DAIŞ li ser Iraqê serdest dibû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2022 13:51 Asia/Tehran
  •  El-Amirî: Ger fetwaya merceiyetê nebûya, DAIŞ li ser Iraqê serdest dibû

Serokê Hevalbendiya Fathê li Iraqê teqez kir ger fetwaya merceyeta olî nebûya, DAIŞ li ser Iraqê serdest dibû.

 Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadin’ê Hadî Amirî teqez kir: Fermandarên Bereya Berxwedanê şehîd Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis, bo azadkirina navçeyên curbcur ên Iraqê ji lepên terorîstan, canê xwe xistin xeterê.

 Amirî teqez kir êrişên terorîstî li Diyaleyê bona vejiyandina dubare ya fitneya mezhebî ne, lê em ê nehêlin cardinê mezhebê bi awayê neçê bi kar bînin.

Hevgavê destpêbûna dewra nû ya çalakiyên terorîstên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê, cardinê meseleya komlploya dagirkerên amerîkî bo alîkariya terorîstên li Iraq û Sûriyê, bûye mijara gotûbêja rayedarên iraqî û sûrî.