NY’yê derheq tawana cengê li Zîvala Xezzeyê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i359156-ny’yê_derheq_tawana_cengê_li_zîvala_xezzeyê_hişyarî_da
NY’yê derheq tawana cengê li Zîvala Xezzeyê bi dewama êrişên Rejîma Siyonîst li ser vê zîvalê û tevî agirbesê, hişyarî da.
(last modified 2026-07-22T14:47:10+00:00 )
Tîrmeh 22, 2026 17:12 Asia/Tehran
  • NY’yê derheq tawana cengê li Zîvala Xezzeyê hişyarî da

NY’yê derheq tawana cengê li Zîvala Xezzeyê bi dewama êrişên Rejîma Siyonîst li ser vê zîvalê û tevî agirbesê, hişyarî da.

Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê, derheq îhtîmala pêkanîna tawana cengê li Zîvala Xezzeyê digel dewama êrişên Rejîma Siyonîst li ser vê zîvalê tevî agirbesê, hişyarî da. Berdevkê Komîsaryayê got: “9 meh ji ragihandina agirbesê derbas bûne, hîn jî filistînîyan cihekî ewle tunene.” Semîn El-Xeytan got: “Zêdetirî 1100 filistînî, li pey êrişên Rejîma Siyonîst li ser Zîvala Xezzeyê, ji dema agirbesê va hatin şehîdkirin.” El-Xeytan diyar kir ku kuştina sivîlan di van êrişan da, nîgeraniyên derheq binpêkirina qanûnên navneteweyî û pêkanîna tawana cengê û tawanên din ên giran ên muhtemel li Xezzeyê zêde dike. Berdevkê Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê, xwest ku ji bo misogerkirina rêzgirtina tam li agirbesê, bidawîkirina destdirêjiyan û pêkanîna berpirsyarî û dadperwerîyê, tevdîr bên girtin.