Hemas: Bahoza Eqsayê hevkêşeyên sîyasî û leşkerî guhertin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i358748-hemas_bahoza_eqsayê_hevkêşeyên_sîyasî_û_leşkerî_guhertin
Berpirsê têkiliyên sîyasî yên Tevgera Hemasê li Libnanê got: “Derbasbûna hezar rojan ji şerrê ‘Bahoza Eqsayê’ derfetek e ji bo bîranîna fîdakariyên gelê Filistînê û berxwedana wî; Gelê ku di rûbirûbûna berdewam dijî Rejîma Siyonîst da gelek şehîd, birîndar û dîl pêşkêş kirine.”
(last modified 2026-07-04T17:02:54+00:00 )
Tîrmeh 04, 2026 16:15 Asia/Tehran
  • Hemas: Bahoza Eqsayê hevkêşeyên sîyasî û leşkerî guhertin

Berpirsê têkiliyên sîyasî yên Tevgera Hemasê li Libnanê got: “Derbasbûna hezar rojan ji şerrê ‘Bahoza Eqsayê’ derfetek e ji bo bîranîna fîdakariyên gelê Filistînê û berxwedana wî; Gelê ku di rûbirûbûna berdewam dijî Rejîma Siyonîst da gelek şehîd, birîndar û dîl pêşkêş kirine.”

Evdilmecîd El-Ewez herwiha got: “Şerrê Bahoza Eqsayê ya ku di 7ê Cotmeha 2023yan da dest pê kir, xaleke werçerxanê di pevçûna bi rejîma dagirker ra bû, ji ber ku şiyana berxwedana Filistînê di destpêşxerîyê da nîşan da û guherîneke mezin di qada sîyasî û leşkerî da pêk anî.”

Wî tekez kir ku vê operasyonê dîmena serdestîya ewlehî û leşkerî ya Rejîma Siyonîst a ku Tel Avîvê bi dehan salan hewil dabû wê tesbît bike, hilweşand.

Vî endamê Hemasê heriwha got ku Rejîma Siyonîst ji bo vî şerrî gellek armanc diyar kiribûn; ji wan têkbirina berxwedanê û sepandina rastîyeke nû li ser Zîvala Xezzeyê, lê tevî derbasbûna vê heyama dirêj, nekarî bigihêje van armancan.