Xwepêşandana xelkê Xezzeyê dijî gefên Netanyahu
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i356104-xwepêşandana_xelkê_xezzeyê_dijî_gefên_netanyahu
Bi dehan kes ji rayedar, alim û xelkê Xezzeyê bi lidarxistina xwenîşandanan nerazîbûna xwe li hember koçberkirina bi zorê ji vê deverê ragehandin.
(last modified 2025-09-09T12:05:04+00:00 )
Îlon 09, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana xelkê Xezzeyê dijî gefên Netanyahu

Bi dehan kes ji rayedar, alim û xelkê Xezzeyê bi lidarxistina xwenîşandanan nerazîbûna xwe li hember koçberkirina bi zorê ji vê deverê ragehandin.

 Ev Xwenîşandan piştî wê hat lidarxistin ku Rejîma Siyonîst bi belavkirina daxuyaniyê bang li xelkê kir ku deverên xwe yên niştecihbûnê vala bikin ku piştî wê beşên mayî yên bajêr wêran bikin. Xwenîşanderan, bi bilindkirina alaya Filistînê û pankartan, bêdengiya civaka navneteweyî  li hember cinayetên  Rejîma Siyonîst di du salên borî de şermezar kirin. Ednan Burş, Serêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, jî got ku ev wezaret dê dev ji xizmetên xwe yên pizîşkî bernede û nexweşan bi tenê nehêle.